Meke
| Meke bi erebî: مكة Makkah | |
| Kargêrî | |
|---|---|
| Welat | |
| Dûgel | Erebistana Siyûdî |
| Herêm | Meke |
| Şaredar | Osama al-Bar |
| Demografî | |
| Gelhe | 1.675.368 (2010) |
| Berbelavî | 2.200 kes/km² |
| Erdnîgarî | |
| Rûerd | 850 km² |
| Bilindayî | 277 m |
| Koordînat | 21°25′21″Bk 39°49′34″Rh / 21.4225°Bk 39.8261°Rh |
| Dem (UTC) | UTC+3 (AST) |
| Agahiyên din | |
| Koda telefonê | +966-12 |
| Malper | http://holymakkah.gov.sa |
Meke[1] (bi erebî: مكة Makkah yan jî مكة المكرّمة Makkah al-Mukarrama) bajarek mezin li rojava yê welatê Erebîstana Siûdî ê ye û pirr û hindik 100 km ji Deryaya Sor dûrtir e. Tevayiya nifûsa bajêr 1.294.168 e (li gora hejmara sala 2004 an). Meke di îslam ê de û ji bona misilmanan bajarekî pîroz e, ji ber ku Mizgefta Pîroz û Kabe li wî bajarî ne.
Her sal di dema hec da bi milyonan misilman ji her derên cîhanê terin Mekê û bi vî avayî yek ji pênc rûkneyên ola îslamê tînin şindê. Lê ji nemisilmanan ra ser lêdana bajarê Mekeyê qedexe ye. Di kurdî de herwiha bilêvkirinên Mekê û Mekih jî ji bo vî bajarî hene.[çavkanî hewce ye]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Medîne li bakûr, cîde li rojava û Taîf jî li rojhilat a Mekê dimînin. Bajarê Mekeyê di navbera rêzên du çiyan da bi cîh digirî. Derdora Mekeyê bi temamî çiya û çol e. Bajarê kewn belê li dora Kabê hatî bû çê kirin, lê îro qet tiştek ji bajarê kewn şinda nemaye. Mizgeft a Pîroz bi heft Mînaran û Kabe jî di navenda bajêr da ne.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka Mekeyê berî îslamê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka Mekeyê di dema îslambûnê de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gora dînê îslamê Birahîm pêxember lawê xwe Îsmaîl û jina xwe yê bi nav Hacer aniye şinda îro yê bajarê Mekeyê û dûra bi tev lawê xwe, bi fermana Xwedê, Kabe disa ji nû ve ava kiriye. Di sala 570 an da Muhemmed li Mekeyê ji dayik bûye. Di çel saliya Pêxamber Muhemmed da Quran a Pîroz cara yekem bi sûreya Elaq li çiyayê Mekeyê hatiye danin. Bajar di sala 630 an da ket destê misilmanan û nebawermend êdî başebaş bi bin ketin. Dîsa di wî salê da Muhemmed di Mekeyê da xutba xwe yî xatir xastinê ji misilmanan ra xwend.[çavkanî hewce ye]
Lê hîna di berê dema Muhemmed Meke bajarekî bazirganiyê bû. Karwanên ji Sûriyeyê, Misirê û hîn welatên din ji Mekeyê va derbaz dibûn û bi vî avayî mirovên Mekeyê yê li gora mirovên bajarên din yên Erebistanê gelekî dewlemend bûn.[çavkanî hewce ye]
Dîroka Mekeyê ya hevserdem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihên dînî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çend cihên ku di dema Hecê de têne dîtin ev in.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Bajarê Meke yê modern
-
Meke di sala 1850'î de
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 34:1.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (erebî) Malpera fermî