Here naverokê

Sumer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sumer
~ 3300 b.z.~ 1900 b.z.
Image
Agahiyên gelemperî
ZimanZimanê sumerî
DînDînî sumerî
Awayê rêveberiyêMonarşî
Rûerd
RûerdHerêma Mezopotamyayê
Ya berêYa paşê
Serdema Ubeyd
Serdema akadî

Sumer (bi sumerî: 𒆠𒂗𒄀, bi latînî: ki-en-gi (-r), wate: "welat" + "beg" + "esîlzade" an "welatê beg û esilzadeyan") şaristaniya herî kevn ê naskirî ya cihanê ye ku li herêma dîrokî ya başûrê Mezopotamyayê hatiye avakirin ku di serdema kalkolîtîkê û di serdema bronza despêkê de di navbera hezarsalên 5 û 4ê berê zayînê de derketiye holê. Wekê Elam a nêzîk, ligel Misir, geliyê Îndusê, çanda Erligang a geliyê çemê Zer, Caral-Supe û Mezoamerîkayê, Mezopotamya jî yek ji dergûşa şaristaniya cîhanê ye. Cotkarên sumerî, li kêleka geliyên çemên Dîcle û Firatê bicih bûne, gelek genim û berhemên din çandine ku zêdebûna berhemên çandiniyê derfetan daye sumeran ku wargehên bajarî ava bikin. Nivîsarên herî kevin ên naskirî yên cîhanê li bajarên sumerî yên wekê Urûk û Jemdet Nasr hatine dîtin ku dîroka van nivîsaran di navbera salên 3350 û 2500 b.z. de ne ku piştî serdema nivîsandina pêşîn a di navbera 4000 û 2500ê b.z. de derketine holê.

Sumeriyan bingeha gelek şaristaniyan danîne ku li beşa başûrê Mezopotamyayê ku wekê "heyva bi adan" an jî wekê "heyva bi bereket" hatiye binavkirin (ku kembereke çandiniyê ya berhemdar e ku ji Kendava Farsê ve despê dike û ber bi bakur ve bi ser peravên çemên Dîcle û Firatê ve di nav Rojavayê Kurdistanê ve derbas dibe û heta peravê Deryaya Navîn (Levant) û bakurê Misirê dirêj dibe) derketin holê. Di heman demê de li gel nivîsandinê, stêrnasî (astronomî) jî cara yekem li Mezopotamyayê ji aliyê sumeriyan ve hatiye dîtin.[1] Sumerî yekem kes bûn ku derketin pêş û bingeha civakên şaristanî yên wekê bajar-dewletan danîne. Di heman demê de ew di warên wekê nivîsandin, ziman, bijîşkî û bîrkarî (matematîk) û her wiha di warê dîn, falbazî, sêrbazî û mîtolojiyê de yekem civaka naskirî ne ku derketine pêş.[2]

Bi gelemperî hatiye qebûlkirin ku sumerî civakeke îzole û ne-semîtîk bûn ku li Mezopotamyayê bingeha şaristaniya herêmê ava kirine.[2]

Navê "Sumer" (bi akadî: 𒋗𒈨𒊒, bi latînî: šumeru) ji peyva "sumerî" ya bi zimanê akadî hatiye ku ji bo şêniyên ne-semîtîk ên Mezopotamyayê (sumeriyan) hatiye bikaranîn.[3][4][5][6][7] Sumeriyan di nivîsên xwe de, welatê xwe wekê "Kengir" ku tê wateya "welatê begên esilzadeyan" (bi sumerî: 𒆠𒂗𒄀, bi latînî: ki-en-gi (-r), wate: "welat" + "beg" + "esîlzade") û zimanê xwe jî wekê "Emegir" (Sumerî: 𒅴𒂠, bi latînî: eme-g̃ir an 𒅴𒄀 eme-gi) bi nav kirine.[8][9]

Piştre akadiyan ku civakekî bi zimanê semîtîk a rojhilat diaxivîn bajar-dewletên sumerî dagirkirin e, navê sereke ya "Sumer" li sumeriyan danîne lê pêşveçûna fonolojîk a peyva šumerû ya akadî heya roja îro nehatiye diyarkirin.[10] Peyva îbranî ya שִׁנְעָר Šinʿar, peyva misirî Sngr û peyva hîtîtî ya Šanhar(a) ku hemî behsa başûrê Mezopotamyayê dikin, dibe ku guhertoyên rojavayî yên navê Sumerê bin.[10]

Image
Padîşahê sumerî ya Urê û dibe ku Ur-Pabilsag, digel xizmetkarên xwe li ser textê rûniştiye. Standarda Urê, li dora sala 2600ê b.z..

Piraniya dîroknasan pêşniyar kirine ku cara yekem di navbera salên 5500 û 3300ê b.z. de ji aliyê gelekî Rojavayê Asyayê ve ku bi zimanê sumerî diaxivîn (wekê delîl navên bajaran, çeman, karên bingehîn û hwd.) bicih bûne ku zimanekî îzolekirî yê ne-semîtîk û ne-hind-ewropî axivîne û bi awayekê mayînde li herêma Mezopotamyayê bi cih bûne.[11][12][13]

Hinek dîroknasên din jî pêşniyar kirine ku sumerî gelekî ji bakurê Afrîkayê bûn ku ji Çola Kesk koçê Rojavayê Asyayê bûne û gelên pêşengên bûn ku bûne sedema belavbûna çandiniya li Rojhilata Navîn.[14] Lêbelê delîlên berevajî bi tundî nîşan didin ku çandiniya yekem li deverê "heyva bi bereket" derketiye holê.[15] Her çiqas bi taybetî behsa sumeriyan nekin jî, Lazaridis û kesên din di sala 2016an de piştî ceribandina genomên hilgirên çanda neolîtîk a natufî û berê serdema dîzkariyê, ji bo hinek çandên pêş-semîtî yên Rojhilata Navîn, bi taybetî eslê natufiyan ji Afrîkaya Bakur pêşniyar kirine.[15] Her wiha analîzên kranîometrîk nîşan daye ku di navbera Natufî û Afrîkaya Bakur ê kevnar de têkiliyeke heye.[16]

Her çiqas hinek zanyaran koka sumeriyan bi hûrî û ûrartûyan ve girê bidin jî,[17][18][19] heya roja îro vê yekê qebûlkirineke gelemperî bidest nexistiye.[20]

Ji bo gelekî pêşdîrokî yê ku berê sumeriyan li herêmê dijiyan û wekê "proto-firatî" an "ubeyîdî"[21] (ku bi zimaneke proto-hind û ewropî an jî zimaneke îzole axivîne)[22] hatine binavkirin û tê texmînkirin ku ji çanda Samarra ya bakurê Mezopotamyayê derketine holê.[23][24][25][26] Her çiqas sumeriyan bi xwe qet behsa ubeydiyan nekiribin jî, zanyarên îro ubeydiyan wekê yekem hêza şaristanî ya sumeran texmîn kirine. Ubeydan li herêmê şilekan ji bo çandiniyan ziwa kirine, bazirganî pêş xistine û pîşesaziyan ava kiribûn ku di nav de dîzkarî, çermçêkirin, metal, dîwar û seramîk hebûn.[21]

Rêveberî û polîtîka

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dawiya hezarsala 4ê a berê zayînê de, Sumer veguheriye duwanzdeh dewlet-bajar ên serbixwe ku sinorên wan bi qenal û nîşaneyên sinoran ve hatibûn destnîşankirin. Ev bajar her yek navendeke bazirganiyê yên mezin bûn. Her yek ji van bajaran li dora perestgehekê hatibû avakirin ku ji xwedawendê taybetê bajêr re hatibû veqetandin û bajar ji aliyê rêvebereke (Ensî), an hinek caran jî ji aliyê padîşaheke (lugal) ve dihatin birêvebirin.

Rêveber (Ensî) kahînên bilind û serokên leşkerî yên mayînde bûn ku arîstokrasiyeke ji burokratê û kahînên li bajêr alîkarê wan bûn. Pateşiyan çêkirina bendavan, qenalên avdanê, perestgeh û sîloyan kontrol dikirin û bacên ku li tevahiya nifûsê hatibû ferz dikirin û birêve dibirin. Ji ber ku sumeriyan bawer dikirin ku xwedawendan bajaran damezrandiye ku bibin navendên baweriyê, bajar-dewletên Sumerê bi kevneşopî bajarên perestgehê bûn. Paşê li gorî dînê, wekê xwedawendan wekê ku bi tenê planên perestgehan ji serweran ragihînîn hatiye bi sinor kirin. Girêdana di navbera perestgeh û rîtûelên dînî li bajaran gelek nêzîk bûn.

Perestgeh (ku di nav wan de zîguratên pîramîdî derdiketin pêş) bi desthilatdariya dewletê ve girêdayî bûn û dewlemendiya wan ji aliyê serweran ve dihat bikar anîn ku wekê navbeynkarên di navbera xwedawendan û mirovan de dihatin hesibandin. Li gel perestgehên bajaran, ji bo rêzgirtina xwedayên ne neasayî zîgguratan, pîramîdên ku ji kerpîçên zexm ên di bin tavê de pijandî hatibûn avakirin ku wekê perestgeh û gihîştina xwedayan ku di dema ku ew di cejnan de dadiketin ba gelê xwe, xizmet dikirin.

Bi pêşketina bajaran re hewldanên serdestiya bajarekî li ser bajareke din derkevin hole. Bi qasê heyama hezar salan, têkoşînên ji bo kontrolkirina mafên avê, rêyên bazirganiyê û berhevkirina bacên ji eşîrên koçer berdewam kiriye.

Bajar-dewletên Sumerê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Zîgûrata Anû û Perestgeha Spî
Image
Image
Zîgûrata Anu û Perestgeha Spî ya li Urûkê. Avahiya pîramîd a resen "Zîgurata Anû" ku dîroka perestgehê li dora 4000 b.z. vedigere û Perestgeha Spî li ser zîgûratê ~ sala 3500ê b.z. hatiye avakirin.[27] Sêwirandina zîgûratê dibe ku pêşengiya pîramîdên Misirê bû ku pîramîdên herî kevintir in ku dîroka zîgûratan li dora sala 2600ê b.z. vedigere.[28]

Pênc bajarên pêşîn ên berî xanedaniyê:   

  1. Erîdû
  2. Bad-tîbîra
  3. Larsa
  4. Sîppar
  5. Şûrûppak

Bajarên din ên mezin:

  1. Kîş
  2. Urûk
  3. Ur
  4. Nîppûr
  5. Lagaş
  6. Ngîrsû
  7. Uma
  8. Hamazî 1
  9. Adab
  10. Marî 2
  11. Akşak 1
  12. Akad 1
  13. İsin

(1Cihê wan ne diyar e)
(2Bajarên ku li bakurê Mezopotamyayê ne.)

Bajarên biçûk (ji başûr ber bi bakur ve):

  1. Kuara
  2. Zabala
  3. Kîsûrra
  4. Marad
  5. Dîlbat
  6. Borsîppa
  7. Kutha
  8. Der
  9. Eshnuna
  10. Nagar 2

(2Bajarên li bakurê Mezopotamyayê ne.)

Image Gotara bingehîn: Dîroka sumeran
Image
Nexşeya bajarên Sumerê

Cihê derketina sumeran nayê heya roja îro bi awayekê baş nehatiye zanîn. Hatiye texmînkirin ku dîroka sumeran li dora sala 5000ê berê zayînê di navbera çemên Dîcle û Feratê de li başûrê Mezopotamyayê dest pê kiriye.

Bajar-dewletên sumeriyan di serdemên pêşdîrokî yên Ubeyd û Urukê hêz bidest xistine. Dîroka nivîskî ya sumeran heta sedsala 27ê berê zayînê û berê vê serdemê diçe lê tomarên dîrokî heta serdema xanedaniya pêşîn a sêyem, nêzîkî sedsala 23ê yê berê zayînê nepenî mane û piştê vê serdemê zimanê tomarên nivîskî yên sumerî bi hêsantir hatiye deşîfrekirin ku ev yek bûye ku arkeolog tomar û nivîsên hemdem ên sumeran bi hêsanî bixwînin.

Xanedaniya akadiyan yekem dewlet bû ku di sedsala 23ê yê berê zayînê de beşên berfireh ên Mezopotamyayê dagirkiriye. Piştê serdema gutiyan, xanedaniya sêyem a Urê li beşên bakur û beşên başûrê Mezopotamyayê xanedaniya xwe ava kiriye ku xanedaniya wan heya destpêka hezarsala duyem a berê zayînê bi êrîşên amorîtan bi dawî dibe, berdewam kiriye. Heya dema ku Mezopotamya di bin desthilatdariya babîliyan de bûye yek perçe "xanedaniya îsin" a amorîtan heta li dora sala 1700ê berê zayînê berdewam kiriye.

  • Serdema neolîtîkê: ~ 10000 – ~ 5000 b.z.
    • Serdema Ubeyd: ~ 6500 – ~ 4100 b.z.
  • Serdema kalkolîtîkê: ~ 5000 – ~ 3300 b.z.
    • Serdema Urûkê: ~ 4100 – ~ 3100 b.z.
      • Qonaxên Urûkê XIV-V: ~ 4100 – ~ 3300 b.z.
      • Qonaxa Urûkê IV: ~ 3300 – ~ 3100 b.z.
  • Serdema bronza destpêkê I: ~ 3300 – ~ 3000 b.z.
    • Serdema Cemdet Nasr (qonaxa sêyem a Urukê): ~ 3100 – ~ 2900 b.z.
      • Qonaxa sêyem a Urûkê: ~ 3100 – ~ 2900 b.z.
  • Serdema bronzê a destpêkê II: ~ 3000 – ~ 2700 b.z.
    • Qonaxa xanedaniya destpêkê: ~ 2900 – ~ 2334 b.z.
      • Qonaxa xanedaniya destpêkê I: ~ 2900 – ~ 2800 b.z.
      • Qonaxa xanedaniya destpêkê II: ~ 2800 – ~ 2600 b.z.
      • Qonaxa xanedaniya destpêkê IIIa: ~ 2600 – ~ 2500 b.z.
      • Qonaxa xanedaniya destpêkê IIIb: ~ 2500 – ~ 2334 b.z.
  • Serdema bronza destpêkê III: ~ 2700 – ~ 2200 b.z.
    • Qonaxa akadiyan: ~ 2334 – ~ 2154 b.z.
      • Xanedana akadiyan (Sargon)
  • Serdema bronza destpêkê IV: ~ 2200 – ~ 2100 b.z.
    • Qonaxa gutiyan: ~ 2154 – ~ 2119 b.z.
      • Xanedaniya Urûkê IV
      • Xanedaniya gutiyan
  • Serdema bronza navîn I: ~ 2100 – ~ 2000 b.z.
    • Qonaxa Ur III: ~ 2119 – ~ 2004 b.z.
      • Xanedaniya Urûk V
      • Xanedaniya Ur III
  • Serdema bronza navîn II: ~ 2000 – ~ 1750 b.z.
    • Qonaxa Isin-Larsa: ~ 2004 – ~ 1736 b.z.
      • Xanedaniya Îsin I
      • Xanedaniya Larsayê
  • Serdema bronza navîn II B: ~ 1750 – ~ 1650 b.z.
    • Qonaxa Babîliya Kevin: ~ 1736 – ~ 1475 b.z.
      • Xanedaniya Sealandê
Image
Dîmena cêrikeke seramîkê ku ji serdema dawî ya Ubaidê ve maye

Di serdema Ubeyd bi şêwazeke cihêreng a seramîkên rengekirî yên bi kalîteya bilind hatiye destnîşankirin ku li seranserê Mezopotamyayê û Kendava Farsê belav bûye. Delîlên herî kevin ên ji bo bicihbûnê li Tell el-'Oueili hatine dîtin lê ji ber ku şert û mercên jîngehê li başûrê Mezopotamyayê ji bo bicihbûna mirovan pir berê serdema Ubeyd guncaw bûn, dibe ku deverên kevintir ên ku mirov lê bicih bûne hene ku heya roja îro nehatine dîtin. Hatiye dîtin ku ev çand ji çanda Samarran a ji bakurê Mezopotamyayê hatiye wergirtin. Bi awayekê baş nehatiye zanîn ka ev sumerên rastîn bûn yan na ku bi çanda dawî ya Urukê ve hatine naskirin. Çîroka derbasbûna diyariyên şaristaniyê (ez) ku ji Enkî (xwedawendê aqilê û xwedawendê sereke yê Erîdûyê ye) derbasê Înannayê dibe ku xwedawenda Urukê û xwedawenda evîn û şerê bû, dibe ku derbasbûna ji Erîdû yê ber bi Urukê nîşan bide.[29]

Serdema Urûkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Guhertina arkeolojîk a ji serdema Ubeyd ber bi serdema Urûkê ve bi veguherîneke hêdî ji seramîkên rengekirî yên li hundirê welat ku li ser çerxek hêdî hatine hilberandin ber bi curbicur seramîkên nerengekirî ve çûye. Serdema Urûkê berdewamiya serdema Ubeyd e ku guherîna sereke ya berbiçavê di navbera her du serdeman de guherîna şêwaza hilberîna dîzikan e.[30][31]

Qiral-kahînê Urukê keriyê pîroz xwedî dike
Image
Qiral-kahîn û şagirtê wî keriyê pîroz xwedî dikin. Serdema Urukê ~ 3200 b.z.
Image
Mohra silindirî ya serdema Urukê, ~ 3100 b.z. li Muzexaneya Louvre

Di serdema Ûrûkê de li dora 4100 û li dora 2900ê b.z. rêjeya kelûpelên bazirganiyê yên ku li ser qenal û çemên başûrê Mezopotamyayê dihatin veguhastin, rê li ber avakirina gelek bajarên mezin û navenda perestgehan vekiriye ku nifûsa van bajaran ji 10.000î zêdetir bûye û bajêr bi rêveberiyên navendî hatiye birevebirin karkerên pispor li bajaran hatine erkdar kirin. Hatiye piştrastkirin ku di serdema Ûrûkê de bajarên sumerî kesên ku ji deverên çiyayî hatine dîlgirtin wekê karker dane xebitandin û di nivîsarên herî kevin ê ku herêmê hatine dîtin di derbarê van karkerên dîlgirtî de gelek çavkanî hene. Berhemên dîrokî û hetta koloniyên vê şaristaniya Urukê li qadeke fireh ku ji çiyayên Torosê li Bakurê Kurdistanê, heta Deryaya Navîn li rojava û heta Rojhilata Kurdistanê li rojhilat hatine dîtin.[32]

Şaristaniya serdema Urukê wekê deverên li Tell Brak ku ji aliyê bazirgan û kolonîstên sumerî ve hatiye hinardekirin, bandor li ser hemî gelên derdorê kiriye ku hêdî hêdî aborî û çandên xwe yên berawirdî û reqabetkar pêş xistine. Di heman de bajarên sumeran nikarîne bi hêza leşkerî koloniyên dûr biparêzin.[32]

Di serdema Urûkê de dibe ku bajarên sumerî teokratîk bûn û dibe ku ji aliyê qiraleke dîndar (ensi) ve dihatin birêvebirin ku ew qiral jî ji aliyê konseyeke temenmezin ku hem mêran û hem jî ji jinan pêk dihatin dihate araste kirin.[33] Dibe ku panteona sumerî ya paşîn li ser vê awayê siyasî hatibe modelkirin. Di serdema Urûkê de delîlên şerê rêxistinkirî an leşkerên profesyonel kêm bûn û bi gelemperî bajar bê dîwar bûn. Di vê heyamê de Urûk bûye bajarê herî mezinê cîhanê ku yekemcar di vê serdemê nifûsa bajarekî ji 50.000 kesan derbas bûye.

Lîsteya rêveberê sumerî yên kevnar xanedanên destpêkê yên çend bajarên navdar ên vê serdemê vedihewîne. Hatiye diyarkirin ku navên destpêkên di lîsteyê de, berê lehiyeke mezin hikum kirine. Ev navên destpêkê dibe ku xeyalî bin û dibe ku hinek kesayetiyên evsanewî û mîtolojîk ên wek Alulim û Dumuzid, di nav xwe de bigirin.[33]

Dawiya serdema Urukê bi osîlasyona Piora re hevdem bû ku serdemeke hişk ê di navbera salên 3200 û 2900 b.z. bû û serdem dawiya serdemeke dirêj a avhewayê ya şiltir û germtir ê li dora 9000 heta 5000ê b.z. bû ku wekê optîmuma avhewaya Holosenê hatiye binavkirin.[34]

Serdema xanedaniya destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Kevirê Ûşûumgalê, 2900-2700 berê zayînê. Dibe ku ji Umayê be

Di serdema xanedaniya sestpêka sumeran (~ 2900–2350 b.z.) de li başûrê Mezopotamyayê yekem bajar-dewletên serbixwe (Ur, Uruk, Lagaş) hatine damezrandin û nivîsandinên mîxî ji tomarên îdarî ber bi nivsarên wêjeyê ve çûye. Ev serdem bi reqabeta siyasî û dewlemendiya çandî ve hatiye destnîşankirin. Di vê serdemê de bajarên serbixwe derketine holê ku toreke bajar-dewletên serbixwe bûn ku ji aliyê perestgeh û qiral ve hatine birêvebirin. Navendên giring ên vê serdemê Ur, Uruk, Lagaş, Uma, Kîş û Nîpûr bûn ku bajarên sumeriyên herî bihêz ên serdema xanedaniya destpêkê bûn ku her dem bi hev re di nav reqabetê de bûn.

Qiralê herî kevn ê xanedaniyê ku navê wî di çavkaniyên evsanewî de derbas bûye, Etana bû ku qiralê 13em ê xanedana yekemê Kîşê bû. Qiralê herî kevin ku bi delîlên arkeolojîk hatiye piştrastkirin Enmebaragesî yê Kîş (serdema sanedaniya destpêkê I) e ku navê wî di destana gilgameş de hatiye behs kirin û ev bûye sedema fikira ku Gilgameş bi xwe qiraleke dîrokî yê Urukê be. Wekî ku destana gilgamêşê hatiye destnîşankirin ev serdem bi zêdebûna şer û pevçunan derketiye pêş. Ji ber ku gundên neparastî yên li başûrê Mezopotamyayê rastê êrîşan hatine û ji holê rabûne, bajar bi dîwaran hatine dorpêçkirin û mezinahiya bajaran berfireh bûye. Hatiye bawerkirin ku hem Gilgameş û hem jî Enmerkar ku ji hikumdarên di beriya wî de ye, dîwarên Urukê ava kirine.[35]

Xanedaniya yekemê Lagaşê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Perçeyek ji kevirê (stel) Qermiçîyan a Eannatumê

Her çiqas di lîsteya padîşahan de nehatibe dîtin jî hebûna xanedaniya Lagaş (~ 2500–2270 b.z.) bi gelek abîdeyên giring û bi gelek vedîtinên arkeolojîk bi awayekê baş hatiye tespîtkirin.

Her çiqas xanedaniya Lagaşê xanedaniyeke temenkurt be jî, yek ji împeratoriyên pêşîn ên bû ku di dîrokê de hatiye zanîn ku împeratoriya Eannatum a Lagaşê bû ku hema hema tevahiya Sumerê, tevî Kîş, Uruk, Ur û Larsayê zevt kiriye û ji bajar-dewleta Umayê ku dijberê sereke yê Lagaşê bû bac standiye. Di heman demê de sinorên dewleta wî heta hinek beşên Elamê û li kêleka Kendava Farisî dirêj bûye.[36]

Piştre Lugal-zage-si ku qiral-kahîn ê Umayê bû, serdestiya xanedana Lagaşê li herêmê hilweşandiye, piştre jî Uruk zevt kiriye û wekê paytexta xwe ragihandiye. Hatiye diyarkirin ku Lugal-zage-si padîşahê dawî yê etnîkî ya sumerî bû ku li pey wî Sargonê akadî bûye qiralê Sumerê.[37]

Serdema xanedaniya akadiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xanedaniya akadiyan ku dîroka xanedaniyê ji salên 2334 û 2154ê b.z. vedigere (kronolojiya navîn) bi dagirkirina axa sumeriyan ve ji aliyê Sargonê akadî ve hatiye damezrandin.[36] Zimanê akadî ya semîtîk ê rojhilat cara yekem di navên taybet ên padîşahên Kîşê de li dora sala 2800ê b.z. hatiye dîtin ku di lîsteya qiralên dawî de jî hatiye dîtin. Di vê serdemê de nivîsarên ku bi tevahî bi zimanê akadiya kevin hatine nivîsandin hene ku dîroka wan ji dora sala 2500ê b.z. vedigere. Bikaranîna zimanê akadiyê kevin di dema serweriya Sargonê akadî (2334–2279 b.z.) de gihiştiye bilindeya xwe lê di wî demê jî piraniya tabletên îdarî bi zimanê sumerî hatiye nivîsandin ku di wî demê de jî zimanê sumerî ji aliyê nivîskaran ve hatiye bikar anîn.[38]

Zimanê akadî û zimanê sumerî demek dirêj wekê zimanên herêmî bi hev re hatine bikaranîn lê heta dora sala 1800 ê b.z. zimanê sumerî bûye zimanekî edebî ku bi piranî tenê ji aliyê zanyar, nivîskaran û elîtan ve hatiye axavtin. Zimanê akdî jî zêdetir wekê zimanê çîna jêrîn hatiye bikaranîn. Hatiye piştrastkirin ku zimanê akadî ji bo demek kurt li ser beşên cîran ên Elamê ku berê ji aliyê Sargonê akadî ve hatibûn dagirkirin jî hatibû ferzkirin.[38]

Serdema xanedaniya gutiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Tableta Lugalanatumê "Gutium"

Gelê gutî yek ji gelên ne-semîtîk bûn (~ 2220 – 2119 b.z., kronolojiya navîn) ku ji çiyayên Zagrosa bakurê rojhilatê Mezopotamyayê derketine. Xanedaniya gutiyan a sumerî di dema bidawî bûn û hilweşîna xanedaniya akadiyan de gihîştiye asta herî bilind. Piştî mirina hikumdarê dawî yê akadî, Şar-Kalî-Şerrî (2218 – 2193 b.z.), gutiyan hêdî hêdî navendên akadî, tevî paytext akadiyan di sala 2193ê b.z. de xistine bin kontrola xwe. Di serdema gutiyan de xanedaniya akadiyan hatiye hilweşandin û hilweşîna dawî ya akadiyan ku di sala 2154ê b.z. de pêk hatiye, bûye nîşana bilindeya hêza gutiyan. Di derbarê hikumdar û gelê gutî de agahî gelek kêm in ku pir caran ev serdem serdem wekê serdemeke tarî ya sumeriyan hatiye binavkirin ku navbereke di navbera xanedaniya akadî û xanedaniya sêyem a Urê de ye. Serdema gutiyan bi serketina Utu-hengalê Urukê (2119 – 2112 b.z.) bi dawî hatiye ku padîşahê dawî yê gutiyan, Tîrîgan têk biriye û xanedana 5em a Uruk a ku temenkurt ava kiriye.[39] Piştî demek kurt Ur-Nammu yê Urê (2112 - 2094 b.z.) padîşahiya Utu-hengal hilweşandiye û xanedaniya sêyem a Urê di sala 2112ê b.z. de ava kiriye.

Xanedaniya duyemê Lagaşê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştê hilweşîna akadiya ku ji aliyê gutiyan ve hatiye hilweşandin, hikumdarekî din ê xwemalî yê sumerî, Gudea yê Lagaşê, gihîşt asteke giring ê herêmî û pratîkên dînê padîşahên sargonîk berdewam kiriye.

Xanedaniya Lagaş a destpêkê Gudea û neviyên wî jî pêşveçûna hunerî pêşve xistine û hêjmareke mezin berhemên arkeolojîk li pey xwe hiştine.

Serdema sêyemê Urê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Nivîsara "xwepesnêkirina Şulgî (Shulgi D) ku rêveberekê xanedaniya sêyemê Urê bû

Serdema sêyem Ûrê (~ 2112 – ~ 2004 b.z., kronolojiya navîn) piştê serdestiyên akad û gutiyan xanedaniya dawî ya sumerî li başûrê Mezopotamyayê ku ji aliyê Ur-Nammu ve hatiye damezrandin û wekê "dewleta nû yê sumerî" jî tê zanîn zanîn, hatiye damezrandin.[40] Ew serdem "împaratoriyeke arşîvî" ya pir navendî û burokrasî ye ku hemî çalakiyên aborî bi baldarî li ser tabletên herî hatine tomar kirin. Ev serdem ji aliyê qiral Ur-Nammû ve hate destpêkirin ku dawî li desthilatdariya gutiyan aniye. Serdema wê ya herî bi heybet ji di dema xanedaniya Şulgî de qewimiye ku sinorên xwe ji Kendava Farsê heta sinorên îro ya Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê berfireh kiriye.

Her çiqas "dîwarê Amurru" ji bo rawestandina pêlên koçberiyê yên ji rojava ve hatibe çêkirin jî, pêlên koçberiyê nehatiye sekinandin û hevsengiya demografîk a xanedaniyê têk çûye. Xanedaniya sêyemê Urê bi qasê heyameke ku sed salan berdewam kiriye hebûna berdewam kiriye. Piştre êrîşên xanedanî rastî êrîşên wêrankar ên elamiyan hatiye û paytext Urê dawî li vê serdemê anîne. Ev wêranî di nivîsar navdar ên "şîna Urê" de ku bi zimanê sumerî hatine nivîsandin hatiye vegotin.[41]

Dawiya sumeriyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Nivîsara şîna li ser wêrankirina Urê, li Muzexaneya Louvre

Dawiya sumeran bi gelek şer navxweyî şerên derveyê li dijî xanedaniya dawî ya Urê û bi bûyerên ekolojîk bileztir bûye. Ev serdem bi gelemperî wekê guheztineke mezin a nifûsê ji başûrê Mezopotamyayê ber bi bakur hatiye qebûlkirin. Ji aliyê ekolojîk ve hilberîna çandiniyê ya axên sumerî ji ber zêdebûna şorbûnê di maye di bin metirsiyan de. Şorbûna axê li vê herêmê demek dirêj ji aliyê gelên herêmê ve wekê kêşeyeke mezin hatibû zanîn.[42] Axên avî yên bi avdaniyeke nebaş û di keşûhewayeke hişk de bi astên bilind ên dûkeliyê bûye sedema kombûna xwêyên bişivîn a di axê de ku di dawiyê de berhemên çandiniyê bi giranî kêm kiribû.[43]

Di qonaxên akadî û Ur III de, ji çandina genim ber bi cehê ve veguheriye ku ceh dikare di axa bi xwê de şîn bibe lê çandina cehê têrê nekiriye û hatiye texmînkirin ku nifûsa vê herêmê di navbera salên 2100 b.z. û 1700ê b.z. de bi qasê sisê ji pênc ê nifûsa herêmê kêm bûye.[43] Vê yekê hevsengiya hêza herêmê gelek xira kiriye, deverên ku sumerî lê dihat axavtin qels kiriye û deverên ku zimanê sereke zimanê akadî bû bihêz kiriye. Ji vê demê û pê ve, zimanê sumerî tenê wekê zimanekî edebî û rîtûelî maye.

Di dawiyê de sumerî hêza xwe yê siyasî hêdî hêdî winda dikin û li dora sala 2000ê berê zayînê de tevlê gelên herêmê bûne ji qada dîrokî winda bûne.[44] Lêbelê îcadkirina wan a nivîsandina mîxî, pergalên hiqûqî, mîtolojî û zanista astronomiyê bingehên şaristaniyên paşê daniye ku di serdemên dirêj de şaristaniyên herêmê ji sîstem û îcadên sumeriyan sûd wergirtine.[44]

Bajarê Urûkê yek ji bajarên herî mezin ên Sumerê bû û hatiye texmînkirin ku di serdema herî qerebalix de de nifûsa bajêr di navbera 50.000 û 80.000 kesan bû. Ji ber faktorên bajarên din ên Sumerê û nifûsa mezin a çandiniyê hatiye texmîn kirin dibe ku nifûsa Sumerê di navbera 0,8 milyon û 1,5 milyon kesan de be.[45] Di heman demê de hatiye texmîn kirin ku di vê serdemê de nifûsa tevahî ya cihanê bi qasê 27 milyon bû.[46]

Sumeriyan bi zimanekî îzolekirî diaxivîn ku li gorî dîroknasên serdema nûjen zimanê sumerî zimaneke ne-semîtîk û zimaneke ne-hind-ewropî bû. Di heman demê de ji ber ku navên hinek bajarên mezin ên Sumerê ne sumerî ne ku ev yek nîşaneyên niştecihên berê sumeriyan nîşan dide, hêjmarek zimannasan îdia kirine ku ew dikarin zimanekî pêşzimanê zimanê sumerî ku bi dabeşkirineke nenas ew, tesbît bikin.[47]

Lêbelê tomarên arkeolojîk berdewamiya çandî ya bênavber a zelal ji serdema destpêkê ya Ubeyd (5300–4700 b.z., C-14) li başûrê Mezopotamyayê nîşan dane. Gelê sumerî yê ku li vir bi cih bûne, erdên vê herêmê ku ji ber axa ji aliyê Dîcle û Firatê ve hatiye komkirin û ji ber ku axeke berhemdar bû, li vê herêmê karê çandiniyê kirine.[48]

Jiyana civakî û malbatî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Di serdemê Urê de serpoş û gerdaniyên jinên çîna jorîn a sumerî

Di serdema destpêk an sumeriyan de, pîktogramên destpêkê van yekan nîşan didin:[49]

  • Xebatên dîzkarî yê pir zêde bûn û şêweyên vazo, tas û firawên pirreng bûn ku ji bo hingiv, rûn, rûnê malan û şerabê kûpên taybet hebûn. Hinek ji vazoyên bi lingên şût hebûn û li ser stûnên bi lingên xaçkirî disekinin. Kûpên din jî binê wan rast bûn û li ser çarçoveyên çargoşeyên darîn hatibûn danîn. Kupên rûnê û kûp ên din jî, bi devgirtekên axê hatibûn girtin.
  • Serpêçek û kûfiyên sumeriyan bi perik bûn. Tivikên wan ên mezin û biçûk hebûn.
  • Di nav amûrên wan de Kêr, birxûl, dasûk û amûreke dişibûya birrekê hebûn. Di heman demê de di şeran de rim, kevan, tîr û xencer bikaranîne.
  • Ji bo nivîsandinê tabletên herî hatine bikaranîn. Sumeriyan mêr metal û xencerên destik darîn bi xwe re digerandin û ji sîfîran lewheyan çêdikirn û di heman demê de ji zêran jî gerdanî çêkirine.
  • Dem bi heyv û salnameyan dihatin hesabkirin.

Derbarê muzîka sumerî de gelek delîl hene. Ji aliyê sumeran ve lîr û bilûr dihatin lêxistin ku di nav mînakên herî navdar de lîrên Urê bûn.[50]

Çanda sumerî çandeke baviksalarî û tebeqeyî bû. Qanûna Ur-Nammu, qanûnnsmeya herî kevin e ku heta niha hatiye kifşkirin ku dîroka qanûnnameyê vedigere serdema Ur III ku ev yek nêrîneke di derbarê avaniya civakî ya di qanûna sumerî ya dereng de nîşan dide. Koma di bin lu-gal ("mirovê mezin" an padîşah), hemî endamên civakê yek ji du tebeqeyên bingehîn bûn ku di nav wan de "lu" an kesê azad û kole (mêr, arad; geme jin) hebûn. Kurekî luyan (kesên çîna jêrîn) heta ku bizewice wekê dumu-nita hatiye binavkirin. Jin (munus) dema ku ne zewicî bû wekê dumu-mi hatibû binavkirin û piştê ku keçek dizewice wekê dam hatibû binavkirin. Piştre dema ku jineke mêrê wê dimire û dibe jinebî wekê numasu dihate binavkirin û piştre ew jina jinebî dikarî bi mêreke din ê ji heman eşîrê re bizewiciya.

Di nav sumerên destpêkê de jinan wekî kahîn roleke giring ê sazûmanî dilîstin. Di heman demê de jinan dikaribûn bibin xwedî milk, karsaziyê bikin û mafên wan ji aliyê dadgehan ve dihatin parastin. Keç û kurên sumerî bi şertên wekhev mîrasên ku ji dêûbavê wan dimanî werdigirtin. Rewşa jinan di sedsalên piştî sala 2300ê b.z. de her ku çûye xirabtir bûye ku mafê wan ê birêvebirina milkê xwe bi sinor bûye û xwedawendên jin jî giringiya xwe ya berê winda kirine.[51]

Nivîsên ku reformên padîşah Urukagina ya Lagaşê (~ 2350 b.z.) vedibêjin diyar kiriye ku wî edeta berê ya ku jineke bi çend mêran re dizewice li welatê xwe betal kiriye û ferman daye ku jineke ku gelek mêran bizewice were kevir kirin.[52]

Zewac bi gelemperî ji aliyê dê û bavê bûk û zavayê ve dihatin sazkirin ku nişana wan bi gelemperî bi pejirandina peymanên ku li ser tabletên axê hatine tomar kirin dihatin temam kirin.[53] Ev zewac dema ku zava diyariyek bûkê dida bavê bûkê qanûnî dibûn. [53]Gotineke ji gotinên pêşiyên sumerî zewaca îdeal û bextewar, bi devê mêrekî vedibêje ku pesnê xwe dide ku jina wî heşt kur ji wî re aniye.[54]

Nivîs û ziman

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image Gotara bingehîn: Zimanê sumerî
Image
Dîmeneke tabletek bi nivîsa pêş-mîxî ya pîktografîk ku di dîroka tabletê ji dawîya hezarsala 4ê a berî zayînê vedigere ku ji kevirê kisilî hatiye çêkirin

Sumerî civakeke dîrokî bûn ku bi dîtina nivîsandinê ji bo miroviyê nûvedanên giring bidest xistine. Vedîtinên arkeolojîk ên herî giring ê li Sumerê hejmareke zêde yê ji tabletên gil ên bi tîpên mîxî ne ku zimanê sumerî hatine nivîsandin. Nivîsa sumerî ne tenê şiyana hilanîna tomarê dîroka mirovahiyê pêşvexistiye, di heman demê de di afirandina berhemên wêjeyî ya hem bi nivîsandina destan û çîrokên helbestî û hem jî bi nivîsandina rîtûel û qanûnanê, wekê qonaxek giring hatiye qebûlkirin.

Her çiqas pergala nivîsandina sumeriyan di destpêkê de hiyeroglîfîk bû ku îdeograman bikar dianî jî, nivîsandina kunîformî ya logosîlabîk di demek kurt de li pey wê hatiye.

Sumeriyan qamîşên sêgoşeyî yên tûjik ji bo nivîsandinê li ser tabletên axa şil bikaranîne. Di serdema îro de bi sedhezaran nivîsên bi zimanê sumerî hatine dîtin ku di nav wan de nameyên şexsî û nameyên karsaziyê, lîsteyên ferhengî, qanûn, beyt, rîtûel, çîrok û tomarên rojane hene. Li Sumerê pirtûkxaneyên tijî yên tabletên ji heriyê hatine dîtin. Li seranserê Sumerê nivîs û nivîsên mezin ên li ser tiştên cuda, wek peyker an kerpîçan jî pir gelemperî ne. Ji ber ku ew bi berdewamî ji aliyê nivîskarên di perwerdeyê de hatine nivîsandin, gelek nivîs di gelek nusxeyan de mane. Demek dirêj ê piştî ku axaftvanên semîtî li Mezopotamyayê serdest bûne, zimanê sumerî li Mezopotamyayê wekê zimanê rîtûelî û wekê zimanê hiqûqê berdewam kiriye.

Mînakên sereke yên nivîsa mîxî helbestek dirêj e ku di kavilên Urûkê de hatiye dîtin. Destana Gilgameşê ku berhemeke wêjeyî ya navdarê sumerî ye, bi nivîsandina mîxî ya standard a sumerî hatiye nivîsandin. Destana Gilgameşê behsa padîşahekî ji serdema destpêkê ya xanedaniya duyem kiriye ku navê wî Gilgamêş an jî "Bilgamêş" a bi sumerî bû. Destana Gilgamêşê çîroka xeyalî ya Gilgameş û hevalê wî Enkîdû ya ku bi xwîn û şîrînî diaxivin, vedibêje. Destan li ser çend tabletên axê hatiye nivîsandin û hatiye texmînkirin ku mînaka herî kevin ê mayî ya wêjeya xeyalî ye.

Ji ber ku zimanê sumerî girêdayî ti malbateke zimanî nîne, bi gelemperî di zimannasiyê de wekê zimanekî îzolekirî hatiye qebûlkirin.[55][7] Ji bo girêdana zimanê sumerî bi malbatên zimanên din re, gelek hewldanên têkçûyî çêbûne. Zimanê sumerî zimanekî agglutinatîf e. Bi gotineke din morfem e ("yekîneyên wateyê") ku li hev tên zêdekirin ku peyvan çêbikin ku berevajiyê zimanên analîtîk ku morfem bi tenê li hev tên zêdekirin da ku hevokan çêbikin. Hinek zanyaran pêşniyar kirine dibe ku delîlên zimanekî binesazî an tebeqeyî ji bo taybetmendiyên erdnîgarî û çalakiyên curbicur ên hunerî û çandiniyê hebin ku bi awayên cûda wekê proto-firatî an proto tigreyî hatiye binavkirin,[56][57] lê hinek zanyarên din jî vê yekê bi nakok diyar kirine.[57]

Dînî sumeriyan
Image
Plaqeyek dîwêrê ku qurbanê ji xwedawendeke rûniştî re û perestgehekê nîşan dide. Ur, 2500 b.z.
Image
Rehîbeke tazî li perestgeheke sumerî xwarina qurbaniyê pêşkêş dike, Ur, 2500 b.z.

Di mîtolojiya sumeran de xwedawend û xwedeyên giring Înanna, Nînhursag, En, Enlîl û Enkî ne. Gilgameş keyekî sumeran bû.[58]

Nirxandina mijarek wekê dînê sumerî dikare tevlihev be, ji ber ku pratîk û baweriyên ku ji aliyê van gelan ve hatine pejirandin û li gorî dem û cihî pir diguherin ku her bajarek xwedî nêrîna xwe ya cîhanê ya mîtolojîk an teolojîk bû. Hatiye texmînkirin dibe ku sumeriyên pêşîn di warê bawerî û mîtolojiyê de edet û kevneşopiyên gelên din ên pêş sumerî wergirtine. Sumeriyên pêşîn li ser baweriyên xwe nivîsandine ku paşê li ser gelek mîtolojî, dîn û astrolojiya Mezopotamyayê de bandora sumeriyên pêşîn di warê bawerî û mîtolojiyê de çêbûye.

Sumeriyan di derbarê hemî mijarên têkildarî xwe de bi xwedawendên xwe bi ewleh bûn û li hember hêzên kozmîk ên wekê mirin û xezeba Xwedayî, dilnizmiya xwe nîşan dane.[53]

Wisa dixuyê ku dînê sumerî li ser du evsaneyên kozmojenîk ên cuda hatiye damezrandin. Ya yekem afirandinê wekê encama rêze zewacên pîroz an jî hieroi gamoi didîtin ku lihevhatina dijberan vedihewîne ku wekê hatina hev a hebûnên xwedayî yên mêr û jin ên xwedawend, hatiye texmînkirin.

Vê şêwaz bandor li ser efsaneyên herêmî yên Mezopotamyayê kiriye. Ji ber vê yekê, di Enuma Elish a akadî ya paşîn de, afirandin wekê yekîtiya ava şirîn û ava şor ê di navbera Abzu yê nêr û Tîamata mê de hatiye dîtin. Berhemên vê yekîtîyê, Lahm û Lahmu "yên bi çemûr" bûn ku navên yekem ên dergevanên perestgeha E-Abzu ya Enkî ya li bajarê Erîdûyê bû.

Her yek ji xwedawendên sumerî (bi zimanê xwe, dingir û di pirjimar de, dingir-dingir an dingira-ne-ne) bi bajarên cuda ve girêdayî bûn û giringiya dînî ya ku ji wan re dihat dayîn li gorî hêza siyasî ya bajarê têkildar zêde an kêm dibû. Li gorî kevneşopiya sumeriyan, xwedawendan mirov ji axê afirandine ku xizmeta wan bikin. Dema ku xwedawend hêrs an bêzar dibûn, xwedayan hestên xwe bi rêya erdhej an karesatên xwezayî diyar dikirin. Ji ber vê yekê bingeha despêka dînî sumerî li ser baweriya ku hemî mirovahî di bin destpêşxêriya xwedawendan de ye, ava bûye.

Xwedawendên sumerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Mohra silindirî ya akadî ku li dora sala 2300ê b.z. ku xwedawendên sumerî yên Înanna, Utû, Enkî û Îsimûd nîşan dide

Sumeriyan baweriya xwe bi polîteîzma antropomorfîk aniye, an jî wekê din baweriya bi gelek xwedayên di ku dişibûna mirovan aniye.

Komek xwedayên hevpar tune bûn ku her bajar-dewletek xwedî xwedawendeke parastvan, perestgeh û padîşahên xwe yên taybet bû. Bi yekê re xwedayên bajarekî din di heman demê de pir caran li cihek an li bajareke din dihatin pejirandin. Axaftvanên sumerî di nav gelên herî pêşîn de bûn ku baweriyên xwe bi nivîskî tomar kirine û îlhama sereke yê mîtolojî, dîn û astrolojiya Mezopotamyaya paşîn bûn.

Xwedawendên serekeyên ku sumeriyan dihebandin ev bûn:

  • Anu di nav sumeriyan de wek xwedayê tamdemî ya bihuştê hatiye zanîn. Di heman demê de peyva an di zimanê sumerî de tê wateya ezman û navê Kî ku hevjîna Anu bû tê wateya erdê.[59]
  • Enkî li başûr li perestgeha li Erîdûyê bû. Enkî xwedawendê xêrxwazî û şehrezayiyê bû û hikumdarê kûrahiyên ava şirîn ên bin erdê de, şîfakar û dostê mirovahiyê bû ku di mîtolojiya sumerî de hatiye bawerkirin ku huner û zanist, pîşesazî û rêbazên şaristaniyê daye mirovan û pirtûka qanûnan a yekem wekê afirandina wî hatiye hesibandin.[60]
  • Enlîl di mîtolojiya sumerî de xwedayê ba, baran û bahozê bû. Di heman demê xwedawendê sereke yê panteona sumerî bû û xwedayê parêzvan ê bajarê Nîppurê bû.[61] Hevjîna wî xwedabanû Ninlîl bû ku xwedawenda bayê başûr bû.[62]
  • Înanna xwedawenda evîn, zayendî û şerê bû.[63] Bi awayekî din apoteoza (xwedawendî kirin) Venûsê bû ku stêrka sibehê (rojhilat) û êvarê (rojava), li perestgehê (ku bi An re parvekirî bû) li Urûkê bû. Dibe ku padîşahên hatine xwedawendî kirin zewaca Înanna û Dumuzîd bi kahînan re ji nû ve pêk anîne.[63]
  • Şamaş xwedawendê rojê ye ku peykerê wî li Larsayê li başûr û li bakur jî li Sipparayê heye.[64]
  • Sîn xwedawendê heyvê bû ku li Urê bû.[64]

Ev xwedawendên ku li jor hatine destnîşan kirin panteona sereke yê sumeriyan pêk anîne û ji xeynî van xwedawendan sereke bi sedan xwedawendên din ên piçûk jî hebûn. Xwedawendên sumerî pir caran bi bajarên cuda ve girêdayî bûn û giringiya wan a dînî pir caran bi hêza siyasî ya van bajaran re zêde bûye an an jî kêm bûye.

Sumeriyan Dinyayê wekê qadeke çargoşeyî ku ji çargoşeyan pêk hatiye xeyal kirine.[65] Jiyana piştî mirinê ya sumeran wekê daketina nav dinyayeke tarî û derbaskirina bêdawîyê di jiyaneke belengaz ê wekê Gidim (rih) hatiye ravekirin.[65]

Sumeriyan gerdûnê li çar beşan dabeş kiribûn.

  • Li bakur xelkê çiyayî yên subartoyî hebûn ku dem bi dem welatên wan ji bo dar û materyal din ên xam dihatin talankirin.[66]
  • Li rojava martû hebûn ku gelên kevnar ên semîtîaxêv ên ku wekê koçerên şivanî dijiyan û keriyên pez û bizinan xwedî dikirin.
  • Li başûr welatê Dilmunê hebû ku dewletek bazirganî bû ku bi welatê miriyan û cihê afirandinê ve girêdayî bû.[67]
  • Li rojhilat elamî hebûn ku gelekî reqîbê sumeriyan bûn ku sumerî gelek caran bi wan re di şer û pevçunan de bûn.

Cîhana ku sumeriyan dizaniya ji Deryaya Jorîn an jî peravên Deryaya Navîn bigire heta Deryaya Jêrîn, Kendava Farsê û welatê Meluhha (dibe ku Geliyê Îndus) û Magan (Oman) ku bi kanên xwe yên sifirê navdar bû, pêk hatibû.

Evsaneya afirandinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî mîtolojiya sumeriyan di destpêkê de erd û ezman yek bûn. Paşê ji aliyê xwedayan ve ezman û erd ji hev hatine veqetandin. Bingeha gerdûnê di baweriya sumeriyan de wiha hatiye ravekirin:

  • Di destpêkê de, deryayeke seretayî hebû ku li ser deryayê an jî çêbûna deryayê ti tiştek nehatiye gotin, dibe ku Sumeriyan xeyal kiribin ku ew her tim hebûye.
  • Deryaya seretayî bûye sedema rabûna çiyayê kozmîk ku ji yekîtiya erd û asîman pêk hatiye.
  • Dema ku xwedawend veguherîne bi şiklê mirovan Anu (ezman) nêr bû û Ki (erd) jî mê bû. Ji yekîtiya wan xwedawendê hewayê Enlîl ji dayik bûye.
  • Xwedawendê hewayê Enlîl erd ji asîman veqetandiye û di demekê de ku bavê wî Anu kontrola asîman girt destê xwe, Enlîl kontrola dayîka xwe Kî girtiye destê xwe ku erdê dagir kiriye.[68]

Perestgeh û birêvebirina perestgehan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zîgurat (perestgehên sumerî) her yek xwedî naveke cuda bûn û xwedî hewşeke xwedî goleke biçûk bûn ku ji bo paqijkirinê dihatin bikaranîn.[37] Perestgeh xwedî nefek navendî bûn ku li her du aliyên wê korîdor hebû. Li kêleka korîdoran odeyên kahînan hebûn. Li seriyekê qadeke û maseyek ji kerpîçên heriyê bûn ku ji bo bexşkirina heywanên qurbanî û sebzeyan dihatin bikaranîn. Cebilxane û embar bi gelemperî li nêzîkî perestgehan bûn. Piştê demekê sumeriyan dest bi li ser avahiyên çargoşe yên pir-qatî dest bi çêkirina perestgehan kirine ku bi awayên rêze terasên bilind hatine çêkirin.[69]

Cotkarî û nêçîrvanî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Image
Nivîsek li ser rasyonên ceh ên mehane ku dane kesên mezinan û zarokan ku bi tîpên mîxî li ser tabletek axê hatiye nivîsandin ku di sala 4ê qiral Urukagina de, li dora sala 2350 yê b.z. de hatiye nivîsandin.

Dibe ku sumeriyan di destpêka salên 5000 - 4500ê b.z. de dest bi çandiniyê kirine. Herêmê hejmarek teknîkên bingehîn ên çandiniyê nîşan daye ku di nav de avdana organîzekirî, çandiniya zeviyên berfireh û bikaranîna hêzeke kar a pispor a çandiniya di bin kontrola burokrasiyê hebûn. Pêwîstiya birêvebirina hesabên perestgehê bi vê rêxistinê re bûye sedema pêşketina (~ 3500 b.z.) nivîsandinê.

Pîktogramên kevnar nîşan dane ku di serdema despêka sumera Urûkê de ji aliyê sumeran ve pez (mêşin), bizin, dewar û beraz hatine kedîkirin. Di heman demê de sumeran ga wekê ajalên sereke yên birina barên giran bikar anîne û ker an hespan jî wekê heywanên sereke yê çûnûhatinan bi kar dianîn û "cil û bergên hirî û her wiha xalîçe ji hirî û ji pirçên ajalan dihatin çêkirin". Li kêleka xaniyan wan baxçeyekî dorpêçkirî hebû ku lê dar û nebat hatibûn çandin. Genim li zeviyan hatibûn çandin û ji bo avdanê şaduf (bîrên ku şêwaza sumeriyan hatibûn çêkirin) hatine bikaranîn.[49]

Sumeriyan ji bo cotkariyê qenal û teknîkên avdaniyê pêş xistine.[70] Antropologê amerîkî Robert McCormick Adams dibêje ku pêşkevtina avdanê bi bajarvaniyê ve girêdayî ye ku di serdema sumeran de ji %89ê nifûsa welat li bajaran jiyan kirine.[71]

Sumeriyan ceh, nok, nîsk, genim, xurme, pîvaz, sîr, xas û xerdel çandine. Sumeriyan gelek caran masî girtine û nêçîra mirîşk û xezalan kirin.

Çandiniya sumeran bi giranî bi avdanê ve girêdayî bû. Avdanî bi şaduf, qenalên avê, cihukên avê û bi bendavokên biçûk dihat kirin. Lehiyên dijwar ên ku gelek caran ji ber bilindbûna Dîcleyê pêk dihat û hinek caran jî ji ber bilindbûna Firatê pêk dihat ziraran daye qenalên ava sumeriyan ku gelek caran paqij kirin nûjen kirina qenalan hewce kiriye. Her çiwas dewlemendan dikariyan xwe ji vê yekê azad bikin, hikûmetê ji bajariyan dixwest ku ji bo paqijkirin û nûjen kirina qenalên avê bi awayekê corvée bixebitin.

Wekê ku di "salnameya cotkarên sumerî" de hatiye diyarkirin, piştê demsala lehiyê û piştî ekînoksa biharê û ekîtû an cejna sersalê, bi bikaranîna qenalan, cotkar zeviyên xwe bi avê tije dikirin û piştre jî avê vala dikirin. Piştre dewaran zeviyên xwe pêpes dikirin ku kokê giyayên biyanî bikujin. Piştê vê yekê piştre zeviyên xwe bi cotan şov dikirin. Berê sumerî winda bibin ji ber rêje avdana zêde û rêjeya bilind dûkeliya ava rûyê zeviyan bû sedema zêdebûna hêdî hêdî ya şorbûna zeviyan. Ji ber ku ceh dikaribû di axa şorbûyî de şîn bibe di serdema Ur III de cotkaran ji çandiniya genimê derbasê çandiniya cehê bûne.[43] Lê ji bo xwedîkirina nifûsê tenê çandiniyê cehê têrê nekiriye ku ev bûyera ekolojîk bûye sedema encameke dramatîk ku sumerî hêza xwe winda bikin di nav gelên din ên semîtîk de asîmîle bibin.[43]

Sumerî di warê hunerê de civakeke pêşketî bûn.[72] Berhemên sumerî bi hûrgilî û xemilandinên mezin nîşan dane ku kevirên nîv-qîmet ên ji welatên din anîne ku dav de kevirên wekê lapis lazuli, mermer û dîorît hebûn û bi metalên hêja yên wekê zêrê hatine xemilandin ku di encamê de sêwiranên hêja derketine holê. Ji ber ku kevir gelek kêm bûn tenê ji bo peykersaziyê hatiye bikaranîn. Materyalê herî berbelav ê li Sumerê gil bû û ji ber yekê gelek tiştên sumerî ji gilan hatibûn çêkirin. Metalên wekê zêr, zîv, sîfîr û bronz, digel qalik û kevirên hêja, ji bo peykersaziyên herî baş û xemilandinan hatine bikaranîn. Kevirên biçûk ên bi her cûre ku di nav de kevirên hêja yên wekê lapis lazuli, alabaster û serpentîn hebûn ji bo mohrên silindirî hatine bikar anîn.[72]

Hinek ji hunerên hêja yên herî navdar lîrên Urê ne ku wekê amûrên bi têl ên herî kevin ên cîhanê hatine pejirandin. Ev lîr ji aliyê Leonard Woolley ve dema ku goristana qraliyeta Urê di navbera salên 1922 û 1934an de hate kolandin, hatine dîtin.

Image
Demeke Zîgurata Mezin ya Urê ku di dema xanedana sêyem a Urê de (~ 2100 b.z.) hatiye avakirin ku diyariyê ji bo xwedawenda heyvê Nannayê hatiye kirin

Li gorî deverên din ên herêmê li deşta Dîcle û Firatê de dar û kevir gelek kêm in. Ji ber vê yekê sumeriyan bi gelemperî avahiyên xwe ji kerpîçên heriyê çêkirine. Avahiyên ku ji kerpîçên heriyê hatibûn çêkirin bi demê re xira dibûn. Ji ber vê yekê ew dem bi dem hatine hilweşandin, nûjen kirin û li heman cihê ji nû ve hatine avakirin. Ev ji nû ve avakirina berdewam hêdî hêdî rêjeya bajaran qonax bi qonax zêde kiriye û bi vî awayî cihê bajaran li gorî ji deştên derdorê bilindtir bûne. Girên ku ji vê yekê çêbûne ku wekê girên arkeolojîk têne zanîn, li seranserê Rojhilata Nêzîk û Kurdistanê têne dîtin.

Li gorî Archibald Sayce, pîktogramên destpêka serdema sumerî ya destpêkê (an Urûk) nîşan didin ku "Kevir kêm bû û kevirên mayî jî bi awayên blokan û hatibûn birîn." Kerpîç materyalê avahîsaziyê ya qanûnî bû û bi kerpîçan bajar, keleh, perestgeh û xanî dihatin çêkirin. Bajar bi birc hatibûn hatibûn avakirin ku li ser platformeke çêkirî disekinîn û xanî jî mîna bircan hatibûn avakirin. Deriyeke avahiyan hebû ku bi menteşeyekê dizivirî û bi cureyekî mifteyê dihat vekirin. Deriyê bajêr mezintir bû û xuya ye ku duderî bû. Kevirên bingehîn - bi hinek tiştên pîroz ku di bingeha an jî di binê kerpîç ên xaniyekê dihatin danîn ku xêr ji avahiyan bibînin.[49]

Sumeriyan li dora sala 4000ê b.z. sîstemeke tevlihev a metrolojiyê (zanista pîvanê) pêş xistine ku ev metrolojiya pêşketî bûye sedema afirandina aritmetîkê, geometrî û cebrê. Ji dora sala 2600ê b.z. û vir ve sumeriyan tabloyên caranan (têgeheke matematîkî) li ser tabletên axê nivîsandine û bi xêzkirinên geometrîk û pirsgirêkên paran ê (têgeheke matematîkî) re eleqedar bûne.[73] Di qonaxa 2700 – 2300ê b.z. de, abakus û tabloyek ji stûnên li pey hev ku rêzên mezinahiya li pey hev ên ku pergala hêjmarên şêşstî diyar dikirin, cara yekem xuya bûne. Sumerî yekem kes bûn ku sîstema hêjmartina bi nirxê xaneyî (têgeheke matematîkî) bi kar anîne.[74] Her wiha delîlên anekdotîk hene ku sumeriyan dibe ku di hesabên astronomîkî de cureyeke qaîdeya slaytê bi kar anîne. Di heman demê de sumerî yekem kes bûn ku rûbera sêgoşeyê û qebareya kupê (m³) dîtine.[75]

Li Sumerê sîstema dermankirin sîstemeke tevlihev bû ku tê de çavdêriyên ceribandinî û baweriyên gîyanî bi hev ve girêdayî bûn. Baweriya wan ew bû ku nexweşî ji ber hêzên şeytanî an jî cezayên xwedayan çêdibin. Ji ber vê yekê rêbazên dermankirinê hem dermanên fîzîkî û hem jî ji bo başkirina nexweşiyan rîtûelên efsûnî bi awayekê wekhev hatiye bikaranîn.[76]

Bijîjkên bi navê Asu nexweşiyan bi rêbazên fizîkî û ceribandinî yên wekê dermanên giyayî, melhem û bi pêçandinan derman dikirin.[76]

Tabletek ku li Nîpûrê hatiye dîtin hatiye texmîn kirin dibe ku wekê yekem pirtûka bijîşkî ya cîhanê were pejirandin. Ev tablet ku formulên kîmyewî û efsûnî (sêr) vedihewîne ku termînolojiyeke bi heman şêwaza taybet bikar aniye ku wergerandina tabletê alîkariya kîmyageran hewce kiribû.[76]

Delîlên wesayîtên bi çerxe di nîvê hezarsala 4ê berê zayînê de, hema hema di heman demê de li Mezopotamya, Qefqasyaya Bakur (çanda Maykop) û Ewropaya Navendî xuya bûye. Çerxe di destpêkê de bi awayê çerxa seramîkê bû. Ev têgeha nû bûye sedema wesayîtên bi çerxe û kevirên aşê. Nivîsa mîxî ya sumeriyan nivîsa herî kevn e ku hatiye deşîfrekirin (rewşa nivîsên hêj kevintir ên wekê sembolên Jiahu û tabletên Tartaria bi nakok e). Sumerî di nav stêrnasên pêşîn de bûn ku stêrkan di nav komstêran de dabeş kirine ku gelek ji wan di zodyakê de heya roja mane û ji aliyê yewnaniyên kevnar ve jî hatine nas kirin.[77] Di heman demê de sumerî hay ji ji pênc gerstêrkên ku bi çavê tazî bi hêsanî dihatin dîtin hebûn.[78]

Sumeriyan bi karanîna çend sîstemên hejmarên cûda ku di nav de sîstemeke radîks a tevlihev ê bi bingehên 10 û 6 ên alternatîf ên aritmetîk îcad kirine û pêş xistine. Ev sîstema şêştî li Sumerê û Babîlê bûye sîstema hejmartina standard. Dibe ku wan formasyonên leşkerî îcad kiribin û dabeşkirinên bingehîn di navbera piyade, siwar û tîrvanan de destnîşan kiribin. Di heman demê de sumeriyan sîstemên qanûnî û îdarî yên kodkirî yên yekem ên naskirî, digel dadgeh, girtîgeh û tomarên hikûmetê, pêşxistine.

Yekem bajar-dewletên rastîn ku li Sumerê derketine holê, bi qasî hevdemî bi hebûna dewletên wekhev ên li Mezopotamyayê û li Lubnana îro yek bûn. Çend sedsalan piştî îcadkirina nivîsa mîxî, bikaranîna nivîsandinê ji belgeyên deyn/dravdanê û navnîşên envanterê wêdetir berfireh bûye û cara yekem li dora sala 2600ê b.z. de ji bo peyam û radestkirina nameyan, dîrok, efsane, matematîk, tomarên astronomîk û lêgerînên din hatiye bikaranîn. Li gel belavbûna nivîsandinê, yekem dibistanên fermî hatine damezrandin ku bi gelemperî di bin sîwana perestgeha sereke ya bajar-dewletê de hatine xebitandin.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Sumer - MSN Encarta". encarta.msn.com. Ji orîjînalê di 25 kanûna paşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  2. ^ a b "Sumer | Definition, Economy, Environment, Map, & Facts | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  3. ^ "ePSD: emeĝir[Sumerian]". psd.museum.upenn.edu. Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  4. ^ Black, Jeremy A.; George, A. R.; Postgate, J. N. (2000). A Concise Dictionary of Akkadian (bi îngilîzî). Otto Harrassowitz Verlag. ISBN 978-3-447-04264-2.
  5. ^ Singh, Vishal (1974). "Book Reviews : SOUTH-EAST ASIA Howard Palfrey Jones. Indonesia: The Possible Dream. New York, N. Y.: Harcourt Brace Jovanovich, 1971. Pp. 473. Price $ 12.95". International Studies. 13 (2): 357–358. doi:10.1177/002088177401300210. ISSN 0020-8817.
  6. ^ Fortson IV, Benjamin W. (2008). "The Cambridge encyclopedia of the world's ancient languages. Ed. by Roger D. Woodard. Cambridge: Cambridge University Press, 2004. Pp. xx, 1162. ISBN 0521562562. $195 (Hb)". Language. 84 (2): 442–448. doi:10.1353/lan.0.0020. ISSN 0097-8507.
  7. ^ a b Day, Alan (1997). "The Penguin Historical Atlas of Ancient Egypt9773Bill Manley. The Penguin Historical Atlas of Ancient Egypt. London: Penguin Books 1996. 144 pp, ISBN: 0‐14‐051331‐0 £9.99". Reference Reviews. 11 (1): 57–58. doi:10.1108/rr.1997.11.1.57.73. ISSN 0950-4125.
  8. ^ Toorn, Karel van der (1999). Dictionary of Deities and Demons in the Bible (bi îngilîzî). Eerdmans Publishing Company. ISBN 978-0-8028-2491-2.
  9. ^ Edzard, Dietz Otto (2003). Sumerian grammar. Handbook of Oriental studies. Section 1, Near and Middle East Handbuch der Orientalistik. Leiden Boston: Brill. ISBN 978-90-474-0340-1.
  10. ^ a b Toorn, K. van der; Horst, P. W. van der (1990). "Nimrod Before and After the Bible". Harvard Theological Review (bi îngilîzî). 83 (1): 1–29. doi:10.1017/S0017816000005502. ISSN 1475-4517.
  11. ^ Kramer, Samuel Noah (1988). In the World of Sumer: An Autobiography (bi îngilîzî). Wayne State University Press. ISBN 978-0-8143-2121-8.
  12. ^ "Mesopotamia: The Invention of Writing". oi.uchicago.edu. Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  13. ^ "Eslê sumeriyan" (PDF). oi.uchicago.edu. Ji orîjînalê (PDF) di 21 adar 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  14. ^ Arnaiz-Villena, Antonio; Martínez-Laso, Jorge; Gómez-Casado, Eduardo (31 kanûna paşîn 2000). Prehistoric Iberia: Genetics, Anthropology, and Linguistics : [proceedings of an International Conference on Prehistoric Iberia : Genetics, Anthropology, and Linguistics, Held November 16-17, 1998, in Madrid, Spain] (bi îngilîzî). Springer Science & Business Media. ISBN 978-0-306-46364-8.
  15. ^ a b Lazaridis, Iosif; Nadel, Dani; Rollefson, Gary; Merrett, Deborah C.; Rohland, Nadin; Mallick, Swapan; Fernandes, Daniel; Novak, Mario; Gamarra, Beatriz; Sirak, Kendra; Connell, Sarah; Stewardson, Kristin; Harney, Eadaoin; Fu, Qiaomei; Gonzalez-Fortes, Gloria (25 tebax 2016). "Genomic insights into the origin of farming in the ancient Near East". Nature. 536 (7617): 419–424. doi:10.1038/nature19310. ISSN 1476-4687. PMC 5003663. PMID 27459054.
  16. ^ Lazaridis, Iosif; Nadel, Dani; Rollefson, Gary; Merrett, Deborah C.; Rohland, Nadin; Mallick, Swapan; Fernandes, Daniel; Novak, Mario; Gamarra, Beatriz; Sirak, Kendra; Connell, Sarah; Stewardson, Kristin; Harney, Eadaoin; Fu, Qiaomei; Gonzalez-Fortes, Gloria (2016). "Genomic insights into the origin of farming in the ancient Near East". Nature (bi îngilîzî). 536 (7617): 419–424. doi:10.1038/nature19310. ISSN 1476-4687. PMC 5003663. PMID 27459054.
  17. ^ "Шумеры имели связи с Кавказом". «Научная Россия» — наука в деталях! (bi rûsî). 6 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  18. ^ "CDLJ 2014:4". cdli.ucla.edu. Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  19. ^ "The Diversity of the Chechen culture: from historical roots to the present". unesdoc.unesco.org. Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  20. ^ Wilhelm, Gernot (10 nîsan 2008). Hurrian. Cambridge University Press. rr. 81–104. ISBN 978-0-521-68496-5.
  21. ^ a b "Sumer | ancient region, Iraq". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 25 gulan 2026.
  22. ^ Bukharin, Mikhail D.; Sapanzha, Olga S. (30 kanûna pêşîn 2020). "HISTORY OF ANCIENT EAST AND ART HISTORY OF ANCIENT WORLD IN MATERIALS OF DISCUSSIONS OF THE ALL-RUSSIAN ACADEMY OF ARTISTS IN 1938". Journal of historical philological and cultural studies. 4 (70): 282–300. doi:10.18503/1992-0431-2020-4-70-282-300. ISSN 1992-0431.
  23. ^ Kleniewski, Nancy; Thomas, Alexander R. (23 adar 2010). Cities, Change, and Conflict (bi îngilîzî). Cengage Learning. ISBN 978-0-495-81222-7.
  24. ^ Maisels, Charles Keith (1993). The Near East: Archaeology in the "Cradle of Civilization" (bi îngilîzî). Psychology Press. ISBN 978-0-415-04742-5.
  25. ^ Maisels, Charles Keith (2001). Early Civilizations of the Old World: The Formative Histories of Egypt, the Levant, Mesopotamia, India and China (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-0-415-10976-5.
  26. ^ Shaw, Ian; Jameson, Robert (13 gulan 2002). A Dictionary of Archaeology (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-0-631-23583-5.
  27. ^ Crüsemann, Nicola; Ess, Margarete van; Hilgert, Markus; Salje, Beate; Potts, Timothy (2019). Uruk: First City of the Ancient World (bi îngilîzî). Getty Publications. r. 325. ISBN 978-1-60606-444-3.
  28. ^ "The stepped design of the Pyramid of Zoser at Saqqara, the oldest known pyramid along the Nile, suggests that it was borrowed from the Mesopotamian ziggurat concept." in Held, Colbert C. (University of Nebraska) (2018). Middle East Patterns, Student Economy Edition: Places, People, and Politics (bi îngilîzî). Routledge. r. 63. ISBN 978-0-429-96199-1.
  29. ^ Wolkstein, Diane; Kramer, Samuel Noah (1983). Inanna, queen of heaven and earth : her stories and hymns from Sumer. Internet Archive. New York : Harper & Row. ISBN 978-0-06-014713-6.
  30. ^ Henrickson, Elizabeth F.; Thuesen, I. (1989). Upon this Foundation: The ʻUbaid Reconsidered : Proceedings from the ʻUbaid Symposium, Elsinore, May 30th-June 1st 1988 (bi îngilîzî). Museum Tusculanum Press. ISBN 978-87-7289-070-8.
  31. ^ Glassner, Jean-Jacques (2003). The Invention of Cuneiform: Writing in Sumer (bi îngilîzî). JHU Press. ISBN 978-0-8018-7389-8.
  32. ^ a b Algaze, Guillermo (2005). The Uruk world system : the dynamics of expansion of early Mesopotamian civilization. Internet Archive. Chicago : University of Chicago Press. ISBN 978-0-226-01382-4.
  33. ^ a b Goetze, Albrecht (1 çiriya pêşîn 1941). "The Sumerian King-List. By Thorkild Jacobsen". American Journal of Archaeology. 45 (4): 633–634. doi:10.2307/499541. ISSN 0002-9114.
  34. ^ Lamb, Hubert H. (2005). Climate, history and the modern world (Çapa 2. edition, reprint). London: Routledge. ISBN 978-0-415-12735-6.
  35. ^ George, Andrew (31 tîrmeh 2018). "The Epic of Gilgamesh — Selections". Primary Sources on Monsters: 7–16. doi:10.1017/9781942401223.002.
  36. ^ a b Roux, Georges (1992). Ancient Iraq. Penguin book history/archeology (Çapa 3. ed., repr). London: Penguin Books. ISBN 978-0-14-012523-8.
  37. ^ a b Leick, Gwendolyn (2009). Historical Dictionary of Mesopotamia. Rowman & Littlefield Publishers. ISBN 978-0-8108-6324-8.
  38. ^ a b 6. Toward the Image of Tammuz. Harvard University Press. 31 kanûna pêşîn 1970. rr. 73–103.
  39. ^ Lambert, W.G. (1 kanûna paşîn 2007). "WALTHER SALLABERGER, KONRAD VOLK and ANNETTE ZGOLL (eds), Literatur, Politik und Recht in Mesopotamien: Festschrift fur Claus Wilcke". Journal of Semitic Studies. 52 (1): 139–141. doi:10.1093/jss/fgl042. ISSN 0022-4480.
  40. ^ Frayne, Douglas (17 gulan 2008). Presargonic Period: Early Periods, Volume 1 (2700-2350 BC) (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-9047-9.
  41. ^ Frayne, Douglas (1997). Ur III Period (2112-2004 BC). RIM The Royal Inscriptions of Mesopotamia. Toronto: University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-2376-7.
  42. ^ Jacobsen, Thorkild; Adams, Robert M. (21 çiriya paşîn 1958). "Salt and Silt in Ancient Mesopotamian Agriculture". Science. 128 (3334): 1251–1258. doi:10.1126/science.128.3334.1251.
  43. ^ a b c d Thompson, William R. (26 çiriya paşîn 2004). "Complexity, Diminishing Marginal Returns, and Serial Mesopotamian Fragmentation". Journal of World-Systems Research (bi îngilîzî): 613–652. doi:10.5195/jwsr.2004.288. ISSN 1076-156X.
  44. ^ a b j.chyla (25 çiriya pêşîn 2021). "1739 BC – year when the Sumerian civilization collapsed" (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 26 gulan 2026.
  45. ^ "Sumerian Civilization | Anthropology | Research Starters | EBSCO Research". EBSCO (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 gulan 2026.
  46. ^ McEvedy, Colin; McEvedy, Colin; Jones, Richard (1978). Atlas of world population history. London: Lane. ISBN 978-0-7139-1031-5.
  47. ^ Nemet-Nejat, Karen Rhea (1998). Daily life in ancient Mesopotamia. Greenwood Press "Daily life through history" series (Çapa 1. publ). Westport, Conn.: Greenwood Pr. ISBN 978-0-313-29497-6.
  48. ^ "Sumer - Dîroka Kevnare, Nexşe û Şaristanî". HISTORY (bi îngilîzî). 7 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 26 gulan 2026.
  49. ^ a b c Sayce, A. H. (Archibald Henry); Society for Promoting Christian Knowledge (Great Britain). General Literature Committee (1908). The archæology of the cuneiform inscriptions. University of California Libraries. London : Society for Promoting Christian Knowledge ; New York : E. S. Gorham.
  50. ^ George, A. R. Gilgamesh And The Literary Traditions Of Ancient Mesopotamia. Routledge. ISBN 978-0-203-94623-7.
  51. ^ Glassman, Ronald M. (2017). The Germanic City States. Cham: Springer International Publishing. rr. 1517–1526. ISBN 978-3-319-51693-6.
  52. ^ Gannett, Associate Professor of English and Director of Core Writing Cinthia; Gannett, Cinthia (1 kanûna paşîn 1992). Gender and the Journal: Diaries and Academic Discourse (bi îngilîzî). SUNY Press. ISBN 978-0-7914-0683-0.
  53. ^ a b c Kramer, Samuel Noah (1995). The Sumerians: their history, culture, and character (Çapa 12. [pr.]). Chicago: The Univ. of Chicago Press. ISBN 978-0-226-45238-8.
  54. ^ Nemet-Nejat, Karen Rhea (1998). Daily life in ancient Mesopotamia. The Greenwood Press "Daily life through history" series. Westport, Conn: Greenwood Press. ISBN 978-0-313-29497-6.
  55. ^ Russell, James R. (2008). "Roger D. Woodard (ed.), The Cambridge Encyclopedia of the World's Ancient Languages (Cambridge, UK: Cambridge University Press, 2004), XX + 1162 pp". International Journal of the Classical Tradition. 15 (1): 136–140. doi:10.1007/s12138-008-0031-0. ISSN 1073-0508.
  56. ^ Bakina, Valentina (13 çiriya paşîn 2025). SPACE PHILOSOPHY OF THE ANCIENT EAST. LCC MAKS Press. ISBN 978-5-317-07482-1.
  57. ^ a b Bailkey, Nels (1 çiriya pêşîn 1963). "The Sumerians: Their History, Culture, and Character. By Samuel Noah Kramer. (Chicago: University of Chicago Press. 1963. Pp. xiv, 355. $7.95.)". The American Historical Review. 69 (1): 92–93. doi:10.1086/ahr/69.1.92. ISSN 1937-5239.
  58. ^ Kramer, Samuel Noah (1963). The Sumerians: their history, culture and character. Chicago (Ill.): University of Chicago press. ISBN 978-0-226-45238-8.
  59. ^ "Anu".
  60. ^ Galter, Hannes D. (1 kanûna paşîn 1983). Der Gott Ea/Enki in der akkadischen Überlieferung. Eine Bestandsaufnahme des vorhandenen Materials. Dissertationen der Universität Graz 58. Graz: dbv-Verlag 1983.
  61. ^ Kramer, Samuel Noah (1983). "The Sumerian Deluge Myth". Anatolian Studies (bi îngilîzî). 33: 115–121. doi:10.2307/3642699. ISSN 2048-0849.
  62. ^ Black, Jeremy A. (2004). The Literature of Ancient Sumer (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-929633-0.
  63. ^ a b Black, Jeremy A.; Green, Anthony; Rickards, Tessa (2014). Gods, demons, and symbols of ancient Mesopotamia: an illustrated dictionary. Austin: Univ. of Texas Press. ISBN 978-0-292-70794-8.
  64. ^ a b "BAdW · Reallexikon der Assyriologie". publikationen.badw.de. Roja gihiştinê 28 gulan 2026.
  65. ^ a b Black, Jeremy A.; Green, Anthony; Rickards, Tessa (2014). Gods, demons, and symbols of ancient Mesopotamia: an illustrated dictionary. Austin: Univ. of Texas Press. ISBN 978-0-292-70794-8.
  66. ^ Frangipane, Marcella (1 adar 2018). "Different Trajectories in State Formation in Greater Mesopotamia: A View from Arslantepe (Turkey)". Journal of Archaeological Research (bi îngilîzî). 26 (1): 3–63. doi:10.1007/s10814-017-9106-2. ISSN 1573-7756.
  67. ^ Bibby, Geoffrey; Crawford, Harriet E. W. (2012). Looking for Dilmun. Origins of Arabia. London: Stacey Publishing Limited. ISBN 978-0-905743-90-5.
  68. ^ Van De Mieroop, Marc (2000). Kramer, Samuel Noah (1897-1990), Sumerologist and historian. American National Biography Online. Oxford University Press.
  69. ^ Jarzombek, Mark; Prakash, Vikramaditya (10 kanûna paşîn 2025). "Modern architecture: A house deconstructed". Open Access Government. 45 (1): 258–259. doi:10.56367/oag-045-11759. ISSN 2516-3817.
  70. ^ "Jack, Alexander G. Mackenzie, (1851–2 Aug. 1927), retired". Who Was Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2007.
  71. ^ Grayson, A. Kirk (1 hezîran 1982). "Robert Mcc. Adams. Heartland of Cities: Surveys of Ancient Settlement and Land Use on the Central Flood-plain of the Euphrates. Chicago: University of Chicago Press. 1981. Pp. xx, 362". The American Historical Review. 87 (3): 752–753. doi:10.1086/ahr/87.3.752. ISSN 1937-5239.
  72. ^ a b "Sumerian Art". Digital Maps of the Ancient World (bi îngilîzî). 26 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 28 gulan 2026.
  73. ^ "Bîrkarî li Sumerê". it.stlawu.edu. Ji orîjînalê di 7 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 gulan 2026.
  74. ^ Ifrah, Georges (2001). The universal history of computing: from the abacus to the quantum computer. New York: John Wiley. ISBN 978-0-471-39671-0.
  75. ^ Anderson, Marlow; Katz, Victor; Wilson, Robin (14 çiriya pêşîn 2004). Sherlock Holmes in Babylon: And Other Tales of Mathematical History (bi îngilîzî). MAA. ISBN 978-0-88385-546-1.
  76. ^ a b c Mark, Joshua J. (26 kanûna paşîn 2026). "Medicine in Ancient Mesopotamia: A Gift of the Gods to Their People". World History Encyclopedia (bi îngilîzî).
  77. ^ Thompson, Gary. "History of Constellation and Star Names". members.optusnet.com.au. Ji orîjînalê di 21 tebax 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 gulan 2026.
  78. ^ "Sumerian Questions and Answers". www.sumerian.org. Roja gihiştinê 28 gulan 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]